Li Cizîrê komek ya ciwana rêya Hezexê li trafîkê girtin û dema ku kontrola nasnameyan dikirin, polîsan bibombeyên gazê êrîş kir. Dema ku ciwana jî bi fîşekên hewayî molotofan bersiv da polîsan peçvûn derketin.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê komek ya ciwana di demjimêrên şevê de bi sloganên “ji Ocalan re azadî” yên rûyên wan girtî rêya Hezexê li trafîkê girtin. Ciwanên ku rêya trafîkê girtin agir pêxistin û li gel slogan demekê kontrola nasnameyan kirin. Polîs bi wesayîtên zirxî hatin ser rê û bibombeyên gazê û ava şit êrîşî ciwana kir. Ciwana jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiva polîsan da. Piştî pevçûnan demek dirêj berdewam kir, tîmên taybet li ser Pira Cizîrê ya li ser rêya Hezexê gule berdan hewayê. Piştî ku ciwan belavî nava kolana bûn pevçûn bi dawî bû.