Li Cizîrê di navbera çalakvan û polîsan de pevçûnê rû da

Li Cizîrê di navbera çalakvan û polîsan de pevçûnê rû da

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê di demjimêrên êvarê de ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li zindanan xwepêşandan pêkanîn. Piştî polîsan êrîşê komê kir, komê jî bi kevir û guleyên hewayî bersiv da her wiha bûyer li nava taxan didomin.

Îro piştî li navçeya Cizîrê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li zindanan meş pêkanîn, di demjimêrên şevê de komên birûpûş li ser rêyên Hezex û Nisêbînê çalakî pêkanîn.

Koma ku silogan ji bo PKK’ê avêtin û agir vêxistin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kirin, komê jî agir bi bendan xistin û bikevir û guleyên hewayî bersiva polîsan dan.

Xwepêşandanên protestoyî li nava taxan didomin, hate ragihandin ku polîs bê serûber bombeyên gazê di avêjin û bûyer hêjan didomin, her wiha wesayîtên tîmên taybet li ser rêyan hatine bicih kirin.