Li Cizîrê 5 kes serbest hatin berdan

Li Cizîrê 5 kes serbest hatin berdan

Li Cizîrê beriya 3 rojan piştî êrîşa biroket ya li dijî Fermandariya Garnîzonê, 5 welatiyên ku hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ji aliyê dozgeriyê ve hatin girtin serbest hatin berdan.

Beriya 3 rojan li dijî Fermandariya Garnîzon ya li taxa Nûr ya navçeya Cizîra Şirnexê êrîşa biroket pêkhatibû. Piştî teqînê di ser malan de girtibûn û Şêxmûs Geçît (20), Egîd Bîlîk (17), Mehmet Emîn Goçe (22), Abdulkerîm Caba (23) û Mehmet Çagdavûl (19) hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarê fermî yê li emniyetê ew sewqî edliyeya Cizîrê kirin. Piştî îfadeyên wan yên li dozgeriyê her 5 welatî serbest hatin berdan.