Li Cizîr û Kobanê operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin

Hêzên YPG/YPJ'ê yên li Hesekê derbên giran li çeteyan dixin, li ser rêya Reqa-Girê Spî operasyonê dimeşînin. Li Kobanê jî, di operasyoneke li başûrê kantonê de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê şer û operasyonên li Kantonên Cizîr û Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ŞERÊ LI HESEKÊ DEWAM DIKE

Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî navenda bajarê Hesekê dewam dikin û got, "Komên çeteyan şevê din li hember hêzên me yên li taxa Ezîziyê êrîşek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me, li qadê şerekî demkurt qewimiye. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vî şerî de nehatiye zelakirin."

Li gorî daxuyaniya navendê, hêzên YPG/YPJ'ê danê vê sibehê, li hemberî gundê Eb Şoq ê ku çete ji vê derê êrîşên xwe organîze dikin, derketine operasyonê û li derdora vî gundî şer dewam dike.

LI SER RÊYA REQA-GIRÊ SPÎ OPERASYON: 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo û hat destnîşankirin ku di roja 54. a pêngavê de li ser rêya Reqa-Girê Spî operasyon tê meşandin û heta niha li vê qadê 2 çete hatine kuştin.

LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku hêzên wan duh bi şev li başûrê Kobanê dest bi operasyoneke nû kirine û di operasyona li derdora gundê Hemsewa de 4 çete hatine kuştin, 4 kleş û 3 rext hatine bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona beriya niha li gundê Şêxler a Jorîn ê li başûrrojavayê Kobanê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê destpê kiribû, duh bi dawî bûye û hat gotin, "Hêzên me xebatên xwe yên li vê qadê jî bi dawî kirin. Hêzên me li vê qadê 17 kleş, 6.000 fîşekên kleş, 5 BKC, 4.000 fîşekên BKC, 4 roketavêja B7, 10 guleyên roketavêja B7, 10 bombeyên destan, 122 şarjor, 1 dûrbîna şevê, 2 dûrbînên rojê, 25 rext û 1 çente derman û amûrên tendûristî bi dest xistin."

PÊŞÎ LI ÊRÎŞA LI DIJÎ NAVENDA TÊKILIYÊN GEL HAT GIRTIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku duh piştî nîvro li hemberî Navenda Têkiliyên Gel a YPG êrîşeke terorîstî hatiye lidarxistin û ev agahî hat dayîn:

"Ji ber tedbîr û mudexaleya hêzên me terorîstekî DAIŞ'ê ji qadê rêviyayê û motorsîkletê teqemenî barkirî ji dûr ve teqandiye. Di vê teqîne de 2 şervanên me bi sivikî birîndar bûne. 

Piştî vê êrîşê, Yekîneyên me ya Antî Teror'ê bi armanca girtina êrîşkaran operasyonek lidarxistin. Yekîneyên me di vê operasyone de motorsîkletek din a teqemenî barkirî ku ji bo êrîşê duyemîn hatibû amadekirin desteser kirin."