Li Cizîr û Hezexê dikan nehatin vekirin

Li Cizîr û Hezexê dikan nehatin vekirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê esnafan berî "mitînga çareserî û azadiyê" dikanên xwe venekirin û otobusa ayîdî Navenda Giştî ya BDP'ê ya ku ji bo tevlîbûna mitîngê anons dikir ji aliyê polîsan ve hate destserkirin. Li navçeya Hezexê jî esnafan bi armanc piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê dikanên xwe venekirin.

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê di 12'ê îlonê de dan destpêkirin û di roja 60'emîn de berdewam dike dê li Cizîrê mitîngê li dar bixe. Enafên Cizîrê jî hem bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan û hem jî tevlî "Mitînga Çareserî û Azadiyê" bibin dikanên xwe venekirin. Li navçeyê tenê firin û dermanfiroş vekirîne.

Hate ragihandin ku otobusa Navenda Giştî ya BDP'ê ya ji bo tevlîbûna mitîngê anons dikirin bi hinceta belgeyên wê kêmin ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê. Li gorî agahiyan sedema desteserkirina otobusê lempeyên di nava otobusê de tuneyî û logoya partiyê kême nîşan dan.

LI HEZEXÊ JÎ DIKAN NEHATIN VEKIRIN

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî esnafan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan dikanên xwe venekirin. Li navçeyê hemû dikan girtîne. Ligel vê yekê ajokaran jî wesayîtên xwe nedan xebitandin. Hate ragihandin ku, welatî dê tevlî mitînga li Cizîrê bibin.