Salvegera damezrandina PKK ya 34’êmîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşek mezin hate pirozkirin. Bi dehan gerîla di pîrozbahiyan de amade bûn û şehîdên şoreşê bi bîr anîn. Gerîlayan diyar kirin ku gelê kurd bi pêşengiya PKKê ji her demê zêdetir nêzîkê azadiyê bûye. Endam Konseya Rêveber a KCKê Dûran Kalkan jî beşdarî şahiyê bû.
34. Salvegera damezrandina PKKê li Herêmên Parastinê yên Medya bi coş û kelecanek mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî di saet 09:00’an de bi rêzgirtina ji bo ruhê şehîdên şoreşê dest pê kir û nêzîkî 5 saetan berdewam kir. Di pîrozbahiyê de coş û biryardariya gerîlayan bal kişand. Gerîlayan agir dadan, govend gerandin, helbest xwendin û cejna damezrandina PKKê li afirênerê vê rojê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê û gelê kurd pîroz kirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Dûran Kalkan di pîrozbahiyê de axavî. Kalkan, girîngiya damezrandina PKKê û têkoşîna wê ya 35 salan a bênavber anî ziman û got;
“Di demeke de ku gelê kurd ber bi tunebûnê ve diçû de tevgera PKKê derketiye. Pêkanînên giran ên faşizan ên ku ji bo tu mirovî rewa neyê dîtin li ser gelê kurd hat meşandin. PKK li hember hemû vê zilm û zordariya desthilatdaran serî hildaye û li berxwe daye. Wateya vê helwestê jî ev e: di bin her şert û mercî de bi pêşengiya partiyê li hebûna xwe, li xwe xwedî derketin û ketina nav lêgerina azadiya xwe ye. PKK, li hember pergala dagirker, pergala inkar û îmhayê ya ku bi destê pergala kapîtalîzmê li kurdistanê hatiye rûnandin tê wateya sekna hebûna xwe parastin û li azadiya xwe gerîne.”
Kalkan diyar kir ku îro heman pergal bi navê AKPê li hember gelê kurd ketiye nava hewildanên qirkirin û asîmîlasyonê û wiha got: “Li hember zilm û zordariya hukûmeta AKPê hemû dagirkerên Kurdistanê em bang li her mirovê kurd, demokrat û welatparêz dikin ku bi ruhê seferberiyê, bi sekin û hewildaneke rast û hîn xurtir têkoşîna xwe bilind bike û sala nû ya têkoşînê misoger bike sala azadiyê.”
Kalkan şoreşa Rojava ji silav kir û bang li gel kir ku li hember her cure lîstokan hişyar be û zêdetir xwedî li keda xwe, nirxên xwe derkeve.
Axaftina Dûran Kalkan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Piştî axaftina Kalkan, Koma Şehîd Şîlan derket ser dikê û bi stranên xwe coşa qada pîrozbahiyê geş kir. Gerîlayan bi coş û kêfxweşiyeke mezin govend gerandin, helbest xwendin, şano pêşkêş kirin.