Li çiyayên Dêrsimê nivîskarek azad

Li çiyayên Dêrsimê nivîskarek azad

Nivîskar Şiyar Dêrsim ku ev 15 sal in di nav refên PKK’ê de gerîla ye du pirtûkên wî ji nav Weşanên Mezopotamyayê derketin. Dêrsim yek ji wan gerîlayane ku di nav ew çend şertên zehmet de bo wêjeyê jî kedê didin.

Şiyar Dêrsim gerîlayeke, nivîskare û 15 salin ku li çiyayan lêgerîna xwe ya heqîqetê didomîne. Nivîskar Dêrsim ku ji nav Weşanên Mezopotamyayê du pirtûkên wî derketine têkildarî pirtûkên xwe axivî. Şiyar Dêrsim yekemîn pirtûka xwe ku cureya wê helbeste di sala 2009’an de bi navê ‘Gecemde Golgem- Di Şeva Min De Siya Min’ û di sala 2011’an de jî romana xwe ya bi navê ‘Dêrsim’in Çigligi_Qîrîna Dêrsimê’ ji nav Weşanên Mezopotamyayê daye çapkirin. Dêrsim di van pirtûkên xwe de zêdetir bala mirov dikişîne ser xweza û mirovên berxwedêr. Helbet mekan xwezaya Dêrsimê ye.

QÎRÎNA DÊRSIMÊ

Nivîskar Dêrsim têkildarî romana xwe ‘Dêrsim’in Çigligi_Qîrîna Dêrsimê’ û pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe axivî. Dêrsim diyar kir ku, pirtûka xwe di sala 2004’an de bidawî kiriye, lê ji ber ku li ber dilê wî ew çend serkeftî nebûye destê wî neçûyê ku bide çapkirin û wiha axivî: “ Têkildarî wan deman hestên me yên ku di dil û hinavan de komî serhev bibûn hebû. Berpirsyariya me ya ji bo hevalên me yên şehîd hebûn. Ji bo ku di demeke zûtir de em van berpirsyariya bînin cih di nav ew çend zehmetiyan de me bi pênûsa xwe girt û nivîsî. Me wan bîranînan nivîsî.”



KAREKTERÊN ROMANÊ

Dêrsim di pirtûka xwe de wekî karekterê sereke hevalê xwe yê têkoşînê ku sê salan pê re li çiyayan ala berxwedana kurdan li ba kirine; Şerîf Yalçin (Mahîr) nivîsiye. Dêrsim têkildarî vê yekê jî wiha axivî: “Pirtûk bi aliyekî xwe we wekî bîranîn-biyografî bû. Di serî de têkildarî paşeroja Hevalê Mahîr li ber destê min agahî tune bûn. Lê têkildarî jiyana li çiya agahiyên min hebûn. Helbet tiştên min bi çavên xwe dîtin û bihîtin jî hebûn. Lê ez wekî dêrsimiyekî min qet zehmetî nekêşa ku zarokatiya wî û ciwaniya wî binivîsim. Ji ber ku kêm zêde jiyana hemû ciwanên Dêrsimê yên ku PKK’ê nas kirine wekî hevin. Jiyana Hevalê Mahîr di vî warî de mirov dikare bêje ku bû wekî puxteya jiyana Dêrsimê jî.”

ŞOPÊN 40 ŞEHÎDAN

Dêrsim destnîşan kir ku, ew di pirtûka xwe de jî wekî bajar, wekî metafora berxwedanê Dêrsimê hilbijartiye. Navên ku di pirtûkê de derbas dibin hemû jî hevalên min ên şehîdin. Min di pirtûka xwe de tu hevalek sax ên wan deman jiyaye nekir nav pirtûkê. Dema ku min kontrol jî kir min dît ku bes min ji hevalên sax bi tenê Hevala Tekoşin (Ruhal Akyildiz) tê de bi cih kiriye. Ji bo min hevalekî qedirbilind bû. Pirtûk li Başûrê Kurdistanê di sala 2004’an de hat çap kirin. Hevala Têkoşîn piştî ku pirtûk hat çapkirin 15-20 roj qediyan neqediyan şehîd ket. Bîranîneke bi vî rengî jî pirtûk li ser min hiştiye. Di pirtûkê d zêdetirî 40 hevalên şehîd hene. Min xwest ku ez cih bidin hevalên ku bi bîranînên xwe ve li Dêrsimê şopa xwe hiştine.”

Dêrsim da zanîn ku, ew ligel gerîlatiyê xebatên xwe yên wêjeyî j îli çiyayên azad didomîne ku gelek hevalên ku di nav heman şert û mercan de xebatên wêjeyî û hunerî didomînin jî hene. Dêrsim diyar kir ku, di fesilîna kesayetek nivîskar de jî mekan gelek girîngin û gerîlatî derfeteke azad a nivîskariyê pêşkêşî wan kiriye.