BI DÎMEN

Li çiyayê Zagrosan rêwîtiya bi gerîla re

Rêwîtiya min a li çiyayê Zagrosan bi gerîlayan re didome. Gelo we qet mirovên ku ji bo welatê xwe şer dikin û bi mirinê re dikenin dîtine? Min di vê rêwîtiya xwe de ew mirov dîtin.

Rêwîtiya min a li çiyayê Zagrosan bi gerîlayan re didome. Gelo we qet mirovên ku ji bo welatê xwe şer dikin û bi mirinê re dikenin dîtine? Min di vê rêwîtiya xwe de ew mirov dîtin. Gerîla, dibêjin; ‘ji ber em ji jiyanê pir hezdikin, canê xwe di oxira jiyanê didin.’ Pênûsa min li ber gelek serpêhatî û heqîqetên ku ez a niha tê de dijîm serçemandî ma.  Lê çi dibe bila bibe  pêwîste ev berxwedana lehengî  ji dîrokê re bimîne. Da ku  bê zanîn ku li hemberê zilma mêtîngeriyê qîrînek bê dawî heye.  

Gerîla Çekdar jî, lehengek e ku di berxwedana girê Elîşêr de  jiyana xwe dest dide.  Gerîla Çekdar bi navê rast Ahmet Îpek,  sala 2011’an tevlî PKK dibe. Çekdar ji bo ku hevalên xwe rizgar bike xwe dike sîper.  Rastî jî min di nava gerîla de ev bi awayî eşkere dît. Ji bo ku hevrêyeke/î xwe rizgar bikin çend kes xwe dikin mertal. Wexta Çekdar jî  li vî girî şer dike bi êrîşa balafirên artêşa tirk jiyana xwe dest dide. Di rêwîtiya min a Zagrosan de gerîla Çekdar pir alikariya min kiribû. Di nava hevrêyên xwe de pir dihate hezkirin. Beriya ku biçe gir, min dîmenên wî kişandibû. Ev dîmen,  neynika berxwedana girê Êlîşêr e.   
Ez ê we bi dil û hizrên ku di sînga van çiyayan de jî hilnayên re bihêlim û bila ew bi xwe ji were vebêje.    

'HEBÛNA DIJMIN LI NAVA AXA ME, HEQARET E JI BO ME'

“Dibe ku em biçin û nezîvirim. Ez ti carî jî poşman nînim. Berevajî ez pir serbilind im. Li hember her faşizmê ez ê şer bikim. Ji bo axa xwe ez ê şer bikim. Heya dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê têbikoşim da ku ez tola hevalên xwe hilînim. Ev ne tola îro ye, tola bav û kalan e.  Ewqas gelê me hatin kuştin. Ev wusa ne rehet e.  Em dijmin rehet nahêlin. Heta em di Kurdistanê de bin em nahêlin dijmin rehet tevbigere. Wateya her şahadetekê ji bo me cuda ye. Her qehremanek ku li ser vê axê meşiya ye bi berdêlek, armancek mezin tevgeriya ye. Her ku em gavê davêjin şahadet jî çêdibin.  Bêguman girîngiya wê, watedayîn û layiqbûna wê, jiyîn e. Hezkirinek ji bo ruhê hevaltiyê bide jiyîn her tim hiskirin xwe dide pêş. Gava mirovek hîs neke nikare wê êşê jî bikişîne. Che Gûevera dibêje; ‘ger li aliyê din ê dinyayê li zarokekî were xistin pêwîste şoreşger wê êşê bikişîne. Eger nekişîne pêwîste ew şoreşger şoreşgertiya xwe lêpirsîn bike.’

Li Kurdistanê her cure faşizm tê meşandin.  Kurd di bin bandora kapîtalîzmê de tên hiştin. Li hember van helwestan em ê bibin bombe û biteqin di nava wan de. Lê em ti carî nahêlin dijmin bikeve nava axa me de û bijî. Hebûna dijmin a li Kurdistanê heqaret e ji bo me. Li Kurdistanê de helandinek mezin tê meşandin. Dema ku Kurdistan azad bibe ez ê biçim çiyayekî ku ava wê û pez kûviyê wê hebin. Ez tiştekî din naxwazim."