Gerîla Yilmaz yê ji Sêwêregê ye, tirkmenekî li Kurdistanê mezin bûye. Kurdî wek zimanê xwe yê dayikê bi kar tîne. Dema ji bo xwendinê diçe metropolên Tirkiyeyê ji ber ku ji Sêwêregê û weke kurd hesibandine û ji ber vê rastî heqeretan hatiye. Piştre jî berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.
Yilmaz Tolhildan (Yilmaz Kalan) di sala 1988’an de li navçeya Sêwêrega Rihayê hatiye dinê. Heta dibistana amadeyî li gundê xwe dixwîne. Heta 17 saliya xwe li Sêwêregê dimîne û piştre jî ji bo dibistana amadeyî bixwîne diçe Antalyayê. Piştî amadeyî jî beşa hesabgiriyê ya zanîngehê dixwîne.
Eşîra Yilmaz, eşîreke tirkmen e. Ji ber ku li gundê wan kurd pir bûn kurdî baş dizane. Yilmaz jî weke kurdan hêj ji temenê xwe yê biçûk ve rastî newekheviyê tê.
Dema hêj li dibistana seretayî bû mamoste û leşkerên gund dibêjin kurdî qedexe ye û hûn nikarin ji bilî Tirkî bi zimanekî din biaxivin. Vê yekê di serê Yillmaz de rê li ber pirsnîşanan vekirbû.
KURDBÛN TENÊ JÎ JI BO ÊRÎŞA BES BÛ!
Yilmaz diyar dike ku nakokî û neqebulkirina zihniyeta qedexekirî ya dewleta tirk di salên dibistana amadeyî de dest pê kiriye.Yilmaz da zanîn ku ligel ku tirk bû jî li bajarên Tirkan weke ku kurd e rastî heqeretan hatiye û wiha got: “Her çiqas ez ne kurd bim jî ez ji nav malbateke tirk ya ji nava kurdan hatime. Ev jî bandor li ser şêwaz û axaftina min kiribû. Dewlet her tim weke ku ez kurd im nêzî min bû. Ez weke çîna duyemîn didîtim. Ez rastî heqeretên mezin yên mamosteyan hatim. Di polê de tenê ez ji Kurdistanê çûbûm. Dema min behsa mafê kurdan dikir wan qebûl nedikir. Ev di nava demê de veguherî şîdetê. Her wiha li taxa ku dimam jî ji ber ku ez bi kurdî diaxivî rastî heman nêzîkatiyan hatim.”
Yilmaz heta ku dest bi dibistana amadeyî nekiribû ji bilî rayedarên dewletê rastî heqereta kesî nehatibû. Bi çûyîna wî Antalyayê re pêşdarazên ku dewletê afirandibû di nava gel de bi çavên xwe dît. Tenê hate hiştin, rastî cudahiyê hat. Di dema ciwaniya xwe de bû. Ev nakokî û bêçaretî bi hevalên xwe dixwest ji holê rabike. Lê vê hawirdorê ew ber bi rêyeke baş ve nedibir. Dest bi bikaranîna tiryak û alkolê kir. Ji malbata xwe her ku çû dûr ket.
BI HEVALÊN KURD RE JI NÛ VE VEGERIYA JIYANÊ
Yilmaz di zanîngehê de nakokiyên zarokatiya xwe zêdetir dijî. Li derdora wî her tim li kurdan heqaret tê kirin. Rastî êrîşan tên. Vê yekê qebûl nake. Ev helwesta wî di nava hevalên wî de nayê qebûlkirin. Yilmaz dîsa jî serî natewîne. Ji tirkyak û alkolê xwe rizgar dike.
Yilmaz diyar kir ku hawira welatparêz a kurd ew rizgar kiriye û wiha got: “Dema min tiryak bi kar dianî jiyana min vala bû. Min pêşeroj nedifikirî. Piştî ku dest jê berda ez ketim nava civakê. Sedema berdana min jî hawira welatparêz bû. Dema ez tevlî xebatan bû min baştir dît ku kurd dijîn. Min PKK mereq kir, lêkolîn kir. Ez PKKê hîn bûm.”
MIN ÎMHAYA LI SER KURDAN QEBÛL NEDIKIR
Yilmaz diyar dike ku îmahaya li ser kurdan û wendahiyên gerîlayan bandorek mezin li ser wî dike û got: “Jixwe bi lîstina cenazeyên gerîlayan hêrsa min zêdetir kir. Ev rewş êş dixist dilê min. Polîtîkayeke îmha û înkarê li ser kurdan hebû. Ji ber vê yekê min sala 2010’an biryar da ku ez bên tevlî gerîlayana bibim..”
Yilmaz diyar dike ku her kesî ku tê van çiyayan bi daxwazeke mezin tên û wiha got: “Jiyana PKK’ê beriya her tiştê xwe li ser têkiliya rêhevaltiyê pêk tê. Di jiyana PKK’ê de her tişt bi wate ye. Dema ez vana dibînim ez zêdetir bi bandor dibim.”