Samî Tîryakî yê di serdegirtinên li navçeya Kanîreş a Çewlikê de hate binçavkirin hate girtin. Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk didome jî Ahmet Ûsal ê nexwest mala xwe biterikîne jî hate binçavkirin.
ÇEWLIK
19 welatiyên ku di encama serdagirtina êrîşên maşîneyên zirxî yên leşker û polîsan de li Gundê Alpîrana Kanîreşa Çewlikê hatin binçavkirin, di nava wan de welatiyek ku astengdarê mêjî bû û ji ber ku dermankirina wî berdewam nedikir şandin Nexweşxaneya Mêjî û Ruh a Elezîzê. 18 welatiyên din jî piştî îfadeyên wan ên li Qereqola Cendermayan şandin dozgeriyê.
Dozgeriyê der barê 18 kesan de ji ber ku sala borî çalakiya rê girtinê pêk anîn e û "endamên rêxistinê ne" sewqî dadgehê kirin.
18 welatiyên ku derxistin dadgehê ji wan 17 kes hatin berdan welatiyê bi navê Samî Tîryakî jî bi îdiaya ku endamê rêxistinêye hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê.
ŞIRNEX
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên dewletê di roja 18. de bi êrîşên dijwar û şer re didome, ferdên du malbatan ên nexwestin ji malên xwe derkevin hatin binçavkirin. Polîsên tîmên taybet avêtin ser du malên li derveyî Taxa Dîcleyê, mirov binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Piştî îfadeyên ên hatine binçavkirin hatin girtin serbest hatin berdan, hate diyarkirin ku Ahmet Ûsal hê binçavkirî ye.
Hinceta binçavkirina Ûsal nehate hînbûn, her wiha parêzerên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Şirnexê geriyan jî ti agahî bi dest nexistin.