Li Çewlikê 7 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da

Li Çewlikê 7 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da

HPG’ê di derbarê pevçûna 23’ê Mijdarê ya li Çewlikê de agahî dan û ragihand ku, di pevçûna li herêma Akdag ya navçeya Dara Hênêde cerdevanek û 3 leşker birîndar bûne, her wiha 7 gêrîlayan jî jiyana xwe ji dest dane, gêrîlayek jî bibirîndarî dîl ketiye dest.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkera kir ku, di 22’ê Mijdarê de artêşa Tirk bi piştgiriya helîkopteran li herêmê operasyon daye destpê kirin û di seetên nîvro yên 23’ê Mijdarê de jî di navbera gêrîla û leşkerên Tirk de pevçûnê rû daye.

HPG-NÇR’ê ragihand ku, “22’ê Mijdarê di demjimêrên 21.30’an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Sema, Kiltûj, Mahkeme, Gozcu, Sihabê, Daristanên Ayi û Kavakli yên bi ser herêma Akdagê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin. Di 23’ê Mijdarê di saet 12.30’an de di heman operasyonê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de cerdewanek û 3 leşker birîndar bûye.

Li gel bombebarana dijwar artêşa dagirker a tirk gerîlayên me dorpêç kirine, rêhevalên me yê bi hemû hêza xwe li berxwe dana di 23’ê Mijdarê danê êvarî gihîştine şahadetê. Rêhevaleke me jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.”

Nasnameya gêrîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Yılmaz Bingol binasnav Ayhan Acar, ji Çewlikê

Îran Yalçin bi nasnav Şevîn Başkale, ji Elkê/Wan

Rohat Sîrek bi nasnav Qehreman Rodî, ji Amedê

Emîne Oran bi nasnav Axîn Jiyan ji Amedê

Hicran Gersiyor binasnav Axîn Viyan ji Amedê

Erdal Erol bi nasnav Mazlûm Serhat ji Sason/Êlih

Hakan Ceylan bi nasnav Dijwar Amed ji Hezro/Amed