Li Çewlîk, Dêrik û Sêweregê çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Cîgirê Serokê BDP'a Dêrikê Mahmut Mercen diyar kir ku, çalakiya greva birçîbûnê ketiye roja 40'an û wiha got: "Niha dîroka parzinandina mirovan tê nivîsandin." Di çalakiya li navçeya Sêweregê de jî xwestin dengê qêrîna li girtîgehan bê bihîstin.
Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di 12'ê îlonê de ji bo azadî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, meş pêk anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Dêrikê kom bûn, bi pankartên "Em destûr nadin mirinê", "Bila bersivê bidin daxwazên me", "Em çalakiyê silav dikin", "Bila daxwqaza zimanê zikmakî bê qebûlkirin", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" bilind kirin û heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Piştî meşê Cîgirê Serokê BDP'a Dêrikê Mahmut Mercen diyar kir ku, çalakî ketiye roja 40'an û wiha got: "Îro roja ku mirov tên parzinandin û dîroka biryarê tê nivîsandin.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
RIHA
Rêxistina BDP'ê ya Sêweregê jî bi heman armancê li qada Kanlikuyu daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê û bi sedan welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de komê sloganên "Bijî Serok Apo", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" qêriyan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêweregê Îbrahim Ayyildiz diyar kir ku, kesên ketine grevê mirin dane ber çavê xwe û lazime ku daxwazên wan bi lezgîn bên bersivandin.
ÇEWLÎK
Li Çewlîkê jî saziyên sivîl yên civakî bi heman armancê li Şaxa Egîtim Sen'ê ya Çewlîkê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di daxuyaniyê de nûnerên saziyên sivîl amade bûn Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Çewlikê Mehmet Can Ýnce anî ziman ku, ew naxwazin grevên birçîbûnê bibin rojiya mirinê û xwest bi lezgîn hikûmet dawazên girtiyan bibersivîne.