Li çar bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Ji ber operasyonên qirkirina siyasî li Colemêrgê kesek hat girtin, li Çewlik, Êlih û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin.
Ji ber operasyonên qirkirina siyasî li Colemêrgê kesek hat girtin, li Çewlik, Êlih û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin.
Ji ber operasyonên qirkirina siyasî li Colemêrgê kesek hat girtin, li Çewlik, Êlih û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin.
COLEMÊRG
Piştî gulebarankirina wesayîtekê ya du roj berê, duh li gundê Vezirava yê Gevera Colemêrgê "Qedexeya derketina kolanan" hat îlan kirin û di 29'ê adarê de 13 kes hatin binçavkirin. Piştî ragirtina li midûriyeta polîsan, ew sewqî Dadgeha Geverê kirin. Naîf Han, Ridvan Han, Mahîr Han, Mûstafa Han, Levend Kara, Bûkê Kina, Besna Han, Ferîde Han, Gulcan Han, Hediye Han û Fatma Han piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hatin berdan. Mehmet Şerîf Han jî bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" û "Endamê rêxistinê ye" hat girtin. Han şandin Girtîgeha Colemêrgê.
ÇEWLIK
Li Kanîreş a Çewlikê leşkeran bi ser gundê Qerxebazarê de girt. Leşkerên ku yek bi yek li malan geriyan tevî Şaredarê berê yê Kanîreşê Ferît Çelîk û welatiyên bi navê Abdulbakî Surmelî, Emre Soylemez, Mûharrem Ûzûn, Yakûp Ûzûn, mehmet Înce, Resûl Demîralp, Yûsûf Demîralp, behcet Ozmen, Muştak Ozmen, Alî ÇElîk, Cengîz Aral, Hatîp Gultekîn, Medîn Aydin, Sadî Avci û Bakî Nalçaci binçav kirin. Şaredarê berê yê Kanîreşê Ferît Çelîk şandin Midûriyeta Polîsan a Kanîreşê, welatiyên din jî şandin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.
ÊLIH
Li Êlihê polîs û tîmên taybet bi awayekî hemwext bi ser gelek taxan de girtin û mal arav û tarav kirin. Di serdegirtinan de welatiyê bi navê Azîz Okay, Agit Erdogan, Serhat Yilmaz, Bûrak Aba û Mazlûm Gîtmez hatin binçavkirin. 5 kesên mebesta binçavkirina wan nehat zanîn şandin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.
SÊRT
Li Sêrt duh danê êvarî polîsan bi ser mala Rêvebera DBP'ê ya Sêrtê Hatîce Dayan a li taxa Barişê girt û Dayan binçavkirin. Dayana mebesta binçavkirina wê nehat zanîn şandin midûriyeta polîsan.