Li Bremenê kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat. Nûnerê NAV-DEM’ê Efe di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê têk çûne û têkoşîna azadiyê ya Kurd bûye garantiya jiyana bi hev re.
NCDK a li bajarê Elmanya Bremenê, 2. kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de meclîsa nû ya ji 67 kesî pêk tê û hevserok hatin hilbijartin.
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛ GARANIYA JIYANA BI HEV RE
Kongre piştî rêzgirtinê destpê kir. Nûnerê NAV-DEM’ê Abdullah Efe da zanîn ku serketina hilbijartinê ya HDP’ê û şoreşa Rojava, polîtîkaya tesfiyekar a AKP’ê têk biriye. Efe destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd ji aliyê gelan ve bûye garantiya jiyana bi hev re û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di rewşa ku gelên Rojhilata Navîn di çarçoveya esasên demokratîk de bi hev re tevnegerin de, wê kaos nekaribe bê beralîkirin. Divê Kurd aştiya navxweyî xurt bikin." Efe bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û diyar kir ku pêvajoya ew tê de ne ji bo gelê Kurd û dostên wan mîlad e.
Efe axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Divê meclîs bi feraseteke nû bê avakirin. Li gorî esasên neteweya demorkatîk xwe birêxistin bike û ligorî hiqûq, mafê mirovan, karekterên mirovahî bihundirîne û wekê bibin modela cîhanê, layîqê ked, şehîd û têkoşînê bin."
HEVSEROK BÎLGÎN Û EHMED IN
Di kongreyê de endamên nû yên meclîsa NCDK'ê û hevserok hatin hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê Saît Bîlgîn û Mîdya Ehmed hat hilbijartin.