Li Bordeaûxê bîranîna cangoriyan

Gerîlayekî HPG'ê û du şervanên YPG/YPJ'ê yên di refên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Fransa Bordeaûxê hatin bîranîn.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Fransa Bordeaûxê, şervana YPJ'ê Seran Altinkiliç (Serand Anatolya) a di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li herêma Cizîrê jiyana xwe ji dest da, gerîlayê HPG'ê Hasan Avci (Harûn Kanîreş) ê di 10'ê Sibatê de li bejahiya gundê Înak ê ser bi navçeya Çewlik Azarpêtê jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG'ê Gokhan Ozkûr (Gurgin Gimgim) ê li Kobanê birîndar bû û ji ber demeke dirêj li ber deriyê sînor hat sekinandin jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.

'XWE BI RÊXISTIN KIRIN XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDAN E'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Felat Marînos axivî û got, "Şehîd cihê gotin lê diqede ye, dema destpêkirina çalakiyê ye. Ji ber vê yekê her şehîdek ji bo me fermana çalakiyê ye, her şehîd ji bo me fermana têkoşînê ye. Li ser vê bingehê di şexsê van hevalan de li ku dibin bila bibin, divê em xwe bi mîlyonan bi rêxistin bikin û armancên şehîdên me bigihêjînin azadiyê. Xwe bi rêxistin kirin xwedîderketina li şehîdan e."

'BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE, EM Ê KURDISTANÊ AZAD BIKIN'

Felat Marînos li dijî zîhniyetê koledariyê li mirovahiyê û jinên Kurdistanî ferz dike bal kişand ser têkoşîna jinên Kurdistanî û got, "Tevahiya cîhan der heqê jinên Kurdistanî de diaxive. Em jî dibêjin, li ku dibin bila bibin, em ê bibin dengê şoreşa Kurdistanê, mafên Kurdistanê û şoreşa baweriyan a Kurdistanê.

Di nava sala awî de me ji Kobanê heta Bakurê Kurdistanê gelek pêngavên şoreşgerî avêtin û li dijî zîhniyeta barbar, berdêla wê giran be jî gelek serketin bi dest xistin. Û em çiqasî wan têk dibin ew dilebitin. Bi têkbirina vî dijminî re em berpirsyar in. Şehîdên me vê fermanê didin me û berdêla wê çi dibe bila bibe em ê wê Kurdistana azad ava bikin."

Bîranîn bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...