Li Bismilê şermezarkirina komployê

15’ê Sibat Komploya Navneteweyî, li navçeya Bismil a Amedê bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin.

15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî, li navçeya Bismil a Amedê bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin.

Li navçeya Bismil a Amedê, rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçeyê bi armanca hefteyekê bi temamî 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî şermezar bikin, meşeke bi meşale li dar xistin. Bi sedan kes li ber Meclîsa Welatiyên Azad a li Taxa Akpinar kom bûn. Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Bismilê Abdulsamet Bîçîm, Celîle Kaplan, Hevşaredarên Bismilê Cemîle Emînoglu, Resûl Sari, endamên Meclîsên Taxa Dîcle û Firat jî di nav girseyê de cihê xwe girtin.

Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mahsûm Korkmaz hilgirtin, bi meşaleyan ber bi Qada Newroza ya li Taxa Akpinar meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bimire Komploya 15’ê Sibatê", "Bijî berxwedana Kobanê" hatin gotin. Di rêgeha meşê de welatiyan li şaneşîn û pencerayan  bi çepik û tililiyan piştgirî dan meşê.