Li bejahiya navçeya Berwariyê helîkoptera skorsky ket û 17 leşker mirin. Piştî ku li herêmê operasyona bi piştgiriya hewayî destpê kir, hate diyarkirin ku helîkopter di pevçûnê de ketiye.
Hate ragihandin ku, îro di demjimêrên sibehê de li bejahiya navçeya Berwariya Sêrtê li Çiyayê Herekolê skorsky ketiye. Waliyê Sêrtê Ahmet Aydin ragihand ku, di helîkoptera ketî de17 leşker mirine.
Hate diyarkirin ku, ji 3’mîn Tûgaya Komando ya Sêrtê gelek skorsky û kobra şandin herêmê. Piştî ku li herêmê operasyona bi piştgiriya hewayî destpêkirin, hat diyarkirin ku, helîkopter di pevçûnê de ketiye.
Gêrîlayên HPG’ê di vê sala dawî de gelek helîkopterên skorsky û kobra xistin yan jî derbe lêdan. Li gorî bîlançoya şerê meha Cotmehê ya HPG’ê, helîkopterekî skorsky hate xistin û 6’an jî derbe xwar. Di meha Îlonê de jî 2 helîkopterên skorsky hatin xistin, 12 skorsky û kobrayekê jî derbe xwar.