Li Bedlîsê xwendekaran şaredariya AKP’ê protesto dikin

Li Bedlîsê xwendekaran şaredariya AKP’ê protesto dikin

Xwendekarê Zanîngeha Eren a Bedlîsê Omer Erol di encama qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da û piştî vê xwendekarên zanîngehê Şaredariya AKP’ê û Riyên Bejayî ji ber ku ewlehiya rê nagirin protesto kirin.

Xwendekarê bi navê Omer Erdol roja yekşemê dema diçû zanîngehê wesayît lê qelibî û jiyana xwe ji dest da. Îro xwenekaran dibistan boykot kirin û Şaredariya Bedlîsê ya AKP’ê û Riyên Bejayî ji ber ku riya derbasbûnê ya jor çênakin protesto kir.

Hezar û 500 xwendekaran dest bi meşê kirin û 4 km re meşiyan û çûn ber avahiya xizmeta şaredariya AKP’ê. 300 metre nêzî şaredariyê polîsa bend danîn.

Di encama hevdîtinan de destûr dan derbas bûna xwendekaran. Hate zanîn ku polîsan dema meşê de gotine ku em dê we di çarçoveya KCK’ê de bigirin.