Li Bedlîsê di demjimêrên serê sibehê de di ser gelek malan de girtin, di nav de rêveberên BDP’ê û xwendekarên zanîngehê jî heyî 6 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, di navbera demjimêrên 05.00-06.30’an de li navenda Bedlîsê polîsan di ser 6 navnîşanan de girt. Di serdegirtinan de 6 kes hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku, di nav binçavkiriyan de rêveberên BDP’ê Kamil Mert û Cafer Turkmen, xwendekarên zanîngehê Hakan Altun, Mehmet Elmas û Nesîn Ergîn, xebatkarê dildar yê Navenda Tenduristiyê yê Şaredariya Tetwanê Şervan Şerefhanoglû.
Bi fermana 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê 6 kesên ku bi sûcdarkirina propaganda rêxistinê û li ser navê rêxistinê çalakî kirine hatine binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê sewqî Wanê kirin.