Hate ragihandin ku, li Bedlîsê ji ber sedema barîna befrê ya zêde rêya 50 gundên di sînorê bajar de hatin girtin.
Îro bi zêdebûna barîna befrê re, li navenda bajarê Bedlîsê 45 santîman befir bilindbû, li herêmên bilind jî qasî 55 santîman befir bariya. Ji ber vê sedemê rêya gelek gundan hate girtin. Li gorî agahiyên ku Walîtiya Bedlîsê dane, ji ber sedema befra zêde rêya 50 gundan hatiye girtin.