Li Bedlîsê heyelan: 6 kes birîndar bûn

Li Bedlîsê heyelan: 6 kes birîndar bûn

Li ser rêya Bedlîs-Baykanê heyelan kete ser kamyonetê û ji malbatekê 6 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, kamyoneke di bin rêveberiya Safter Îden de diçû Bedlîsê nêzî gundê Sarikonak heyelan ket. Di encama heyelanê de kamyonet qulipî û ji malbata Îden 6 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê yekîneyên rêyan ji wesayîtê hatin derxistin, bi ambûlansa şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Baykanê.

Rêya Bedlîs-Baykanê ku qasî 2 demjimêran li trafîkê girtî ma, piştî xebatan dîsan hate vekirin.