Li Bedlîsê 4 kes hatin girtin

Li Bedlîsê 4 kes hatin girtin

Li Bedlîsê 7 kesên ku duh di serdegirtinan de hatibûn binçavkirin 3 jê serbest hatin berdan û 4 jî hatin girtin.

Duh li navend Bedlîsê di demjimêrên 05.00-6.30’an yên sibehê de polîsên AKP’ê di ser 6 navnîşana de girt, di nav de rêveberên BDP’ê Kamil Mert û Cafer Turkmen jî heyî xwendekarên zanîngehê Hakan Altun, Mehmet Elman, Nesîm Ergîn, Abdullmutalîb Gunay û xebatkarê dildar yê Navenda Tenduristiya Şaredariya Tetwanê Servan Şerefhanoglû hatibûn binçavkirin.

7 kesên ku bifermana 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê hatin binçavkirin, 3 jê ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan, Cafer Turkmen, Mutalîb Gunay, Hakan Altun û Servan Şerefhanoglû jî bi sûcdariya ‘endamên rêxistinê ne’ bidaxwaza girtinê derxistin dadgehê. Dadgehê biryara girtina 4 kesan da. 4 kesên ku hatin binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.

Li Bedlîsê di 11’ê Mijdarê de girseya ku ji bo piştevaniya bi girtiyên di çalakiya birçîbûnê de û protesto kirina hikumeta AKP’ê xwepêşandan pêkanî, polîsan bibombeyên gaze êrîş kir û 10 kes binçavkiribûn. Kesên ku îro ji aliyê 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê ve hatin girtin, ew kesên ku di xwepêşandanê de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkiribûn.