Li Bazîdê operasyon, li Şemzînan û Zapê bomberdûman

HPG'ê diyar kir, artêşa Tirk li Tendurekê dest bi operasyonê kiriye û li Şemzînan û Zapê jî bomberdûman kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku operasyona artêşa Tirk a li Qaqizmanê bêencam maye û li Tendurekê dest bi operasyonê kiriye.

Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana li Zap û Şemzînanê ev agahî hatin dayîn.

LI BAZÎD Û TENDUREKÊ OPERASYON

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser operasyona li Qaqizman û Bazîdê ev agahî hatin dayîn:

"Roja 1'ê Nîsanê, artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî qada Kula ya li herêma Çemçê ya navçeya Qers Qaqizmanê û operasyon da destpêkirin. Operasyona danê sibehê destpê kir, danê nîvro bi awayekî bêencam bi dawî bû.

30'ê Adarê, yekîneyên veşartî yên artêşa TC, li qadên Demîr Kapi û Birnê Ruot yên navçeya Agirî Bazîdê derketin operasyonê. Operasyon roja 31'ê Adarê bi awayekî bêencam bi dawî bû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, artêşa TC ev 2 roj in li bejahiya navçeya Agirî li Tendurekê operasyon daye destpêkirin."

LI ZAP Û ŞEMZÎNANÊ BOMBERDÛMAN

Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana li Zap û Şemzînanê jî hat gotin: "1'ê Nîsanê saet di navbera 18:00-18:30 de balafirên şer ên artêşa TC qada Çemço ya Zapê, saet di navbera 18:00-19:00 de jî Girê Sor û qada Govendê ya Avaşînê bombe kirin.

1'ê Nîsanê saet di navbera 13:00-14:00 de 2 helîkpterên bi tîpa Kobra qada Xapuşkê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê, Dola Simakokê, bejahiya gundê Bizertê û qada Govendê bombe kirin. Di heman demê de helîkoptereke bi tîpa Skorsky û bi desteka helîkoptera bi tîpa Kobra leşker danî qada Xapuşkê.