Li navçeya Baykanê ya Sêrtê cerdevanê binavê Mahfuz Artunç xwekuşt.
Li bajaroka Comaniyê ya Baykana Sêrtê cerdevanê ku 10 salin çeka cerdevaniyê hilgirtiye xwekuşt. Cerdevan Mahfuz Artunç 3 sal berê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve çeka wî ji destê wî hate girtin û ji peywirê hate girtin. Artunç îsal dîsa çek ji qereqolê girt û dest bi cerdevaniyê kir. Hate zanîn ku, şevê din li Fermandarê Qereqolê geriya û got "Ez dê xwe bikujim" û pişt re bi çeka xwe xwekuşt. Ji bo otopsiyê cenazeyê Cerdevan Artuç anîn Saziya Tipa Edlî ya Amedê.