Piştî ku walitiya Amedê destûra mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê pêk bihata neda, Parlamenterên BDP’ê û şaredaran li Qada Batikentê dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Piştî daxuyaniya walitiyê ya derbarê qedexekirina mîtîngê de polîsan ewlehî girtin. Tevî Parlamenterê BDP’ê Sirri Sureyya Onder, Nursel Aydogan, Ayla Akat Ata, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka BDP’ya Amedê Zubeyde Zumrut û komeke HDK’ê jî li qada Batikentê dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Qada Batikentê ji aliyê polîsan ve bi panzêran hate dorpêçkirin.