Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi bernameyên hatin organîzekirin, hat pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi bernameyên hatin organîzekirin, hat pîrozkirin.
Pîrozbahiyên rojbûna Ocalan ku li Bakurê Kurdistanê tevî astengiyên dewleta Tirk êdî bûye wek kevneşopiyekê, li Başûrê Kurdistanê jî li gorî salên buhrî pîrozbahî her diçin balê dikişînin. Li Başûrê Kurdistanê ku salên buhrî beşdarbûn kêm bû û ji aliyê PDK’ê ve dihat astengkirin, ev du salên dawî ye bi girseyî tên pîrozkirin.
LI HEWLÊRÊ PÎROZBAHIYÊN RENGÎN
Li Hewlêrê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê bal kişand. Ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo munasebeta rojbûnê, Kurd hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşm hatin berzkirin û hunermendan stran û helbest xwendin. Li ser wateya rojê axaftin hatin kirin.
CIHÊ DUYEMÎN YÊ PÎROZBAHIYÊ QEREDAX
Li bajaroka Qeredax a Silêmaniyê jî pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê pêk hat. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Gelê ji her çar parçeyên Kurdistanê hatin, di saetên sibehê de li Garaja Bazyan a Silêmaniyê ligel dirûşman ber bi gundê Çêmî Sînor ê Qeredaxê ketin rê. Pîrozbahiyên ku Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK)’ê organîze kirin bi axaftinan destpê kir. Têkildarî wateya rojê de peyama RJAK’ê hat xwendin û piştre şitil hatin çandin.
PEYAMA HEVBEŞ A PÎROZBAHIYAN AZADIYA OCLAN Û YEKÎTIYA KURD BÛ
Di pîrozbahiyan de bi dirûşman bangên yekîtiya neteweyî û bo Ocalan azadî derketin pêş.
Di axaftinên bi munasebeta rojê hat kirin de hat gotin ku rojbûna Ocalan rojbûna hemû gelê Kurd e. Di axaftina ku li Hewlêrê hat kirin de Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û got: “Rojbûna Ocalan, rojbûna hemû gelên bindest û gelê Kurd e.”
Di axaftina li Qeredaxê hat kirin de jî Hevserokê Tevgera Azadî Mehmet Abdullah jî axivî û got: “Em ji bo her kesê li vir amade ye spas dikin. Her ku em yekîtiya xwe pêk bînin wê hem azadiya Ocalan û hem a gelê Kurd pêk bê û em ê zêdetir nêzî yekîtiyê bibin. Azadiya Ocalan di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn jî girîng e.”
Li ser navê RJAK’e jî Ciwana Kurdistanî axivî û got: “Azadiya Ocalan azadiya jinê ye, ev roj ji bo jinan roja şiyarbûn û azadbûn e. Jin bi ruhê têkoşîna ku hatiye afirandin û îdeolojiya Ocalan îro di têkoşîna azadiyê de rola pêşeng dilîze. Azadiya Ocalan wê azadiya hemû civakê be.”
Pasteyên rojbûna Ocalan ku anîbûn herêma pîrozbahiyê hatin birîn û li girseyê hat belavkirin. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi govend û tilîliyan berdewam kir.

