Li Başûrê Kurdistanê gorên şehîdan hatin ziyaret kirin

Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistanê, tevî hejmareke zêde ya welatparêz û malbatên şehîdan, gora şehîd Berfîn Rêbaz ziyaret kir û Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî

Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistanê, gora şehîd Berfîn Rêbaz a li goristana Silêmaniyê ziyaret kir. Di ziyaretê de deqeyek rêz hat girtin û hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Armanc Heme Reşîd ku li ser navê Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistanê peyam xwend, Cejna Qurbanê li hemû gelê Kurd û cîhana Îslamê pîroz kir û di şexsê Şehîd Berfîn de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hêvî hat xwestin ku ev cejn bibe wesîleya aştiyê û bibe sedema şopandina xeta azadî û demokrasiyê.

Li ser navê malbata Şehîd Berfîn xwişka wê Semîra Ehmed axivî û diyar kir ku Şehîd Berfîn ne tenê di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest daye, lê di heman demê de ji bo wê û malbata wê mîraseke berxwedan û serkeftinê li pey xwe hiştiye.

Semîra Ehmed got: "Berfîn di temenê ciwantiyê de biryara têkoşînê da. Ji bo parastina welatê xwe bû şervanek. Xwedî vîn bû û em bi vê yekê serbilind in. Şehîd Berfîn û hemû şehîd meşale ne û rêya me ronî dikin. Em soz didin şehîdan; em ê di rêya wan de bimeşin."

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.