Li Başûrê Afrîkayê coşa Newrozê
Li bajarên Cape Town û Johannesburg ên Başûrê Afrîkayê, Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin.
Li bajarên Cape Town û Johannesburg ên Başûrê Afrîkayê, Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin.
Li bajarên Cape Town û Johannesburg ên Başûrê Afrîkayê, Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin.
Di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê bi coşeke mezin dewam dikin.
Li bajarên Cape Town û Johannesburg ên Başûrê Afrîkayê, Kurdistaniyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.
Kurdên duh li hewşa Parlamentê ya li Cape Townê civiyan, Newroz pîroz kirin. Pîrobahiya ku ji aliyê Civaka Kurd û Kurdish Human Rights Action Groupe (KHRAG) ve hat organîzekirin, saet di 10:00 de destpê kir.
Hunermendên herêmî yên ji Başûrê Afrîkayê û destekdarên Civaka Kurd ên Başûrê Afrîkayê jî piştgirî dan pîrozbahiyê. Li qada pîrozbahiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat vekirin.
Di pîrozbahiyê de, belavokên li ser girîna Newrozê ji bo Kurdan hatin belavkirin. Li dû pîrozbahiya ku heta saet 18:00 dewam kir, fîlmê bi navê "Bêkes" hat nîşandan.
Li bajarê Johannesburgê jî Kurdistaniyan û dostên wan roja Înê agirê Newrozê dadan û Newroz pîroz kirin. Kurdên ku duh jî li hev kom bûn, bi pîknîkê Newroz pîroz kirin.