Li Bakurê Kurdistanê di meha Adarê de berf bariya

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf bariya û bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. Di serî li Dêrsim, Colemêrg û Sêrtê li gelek bajaran rêya gundan hat girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf bariya û bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. Di serî li Dêrsim, Colemêrg û Sêrtê li gelek bajaran rêya gundan hat girtin.

DÊRSIM: Li Dêrsimê berfa ku duh dest bi barînê kir û hînê dibare, rêya 365 gundên bajêr girt. Ji ber berfê rêya bejahî ya Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Elezîzê dem bi dem tê girtin. Li aliyê din li navçeyên Pilemor, Nazimiye, Pilûr û Xozadê, berfê bi qasdî 50 santîmî erd girt. 

COLEMÊRG: Li navçeya Colemêrg Geverê jî, berfa danê sibehê destpê kir, hînê dewam dike. Berfînên bi biharê re şîn bû, bi barîna berfa ji nişka ve di binê berfê de man. Ji ber barîna berfê qezayên trafîkê rû dan. Mînîbuseke rêwiyan a ji Şemzînanê diçû Geverê, li nêzî gundê Serdeştê ji rê derket û wergeriya. Di qezayê de yek jê giran 6 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Birîndarê rewşa wî giran jî, piştî mudaxleya destpêkê sewqî Wanê hat kirin.

WAN: Li Sêrtê berfa sibehê destpê kir, navenda bajêr û navçeyên bajêr bi rengê spî xemiland. Tevî rêyên Dihê-Şirnex, Sêrt-Tillo, Sêrt-Berwarî, Şîrwan-Bûbat, rêyên 80 gundên Berwarî, Dihê, Hawêl û Şîrvan hatin girtin.