Li Artemêtanê seferbertiya ji bo Ocalan û Kobanê didome

Li Artemêtanê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi hemû hêza xwe berdewam dike, li aliyê din jî kampanya 1 TL ya ji bo Kobanê hatiye destpêkirin bênavber didome.

Li Artemêtanê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi hemû hêza xwe berdewam dike, li aliyê din jî kampanya 1 TL ya ji bo Kobanê hatiye destpêkirin bênavber didome.

Li navçeya Artemêtan Wanê bi pêşengiya rêxistinên DBP'ê û HDP'ê kampanya îmzeyan a “Ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî" ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 2014'an de hatiye destpêkirin tax bi tax, kolan bi kolan dewam dike. Hevparên ku kampanya heya niha li taxên Suphan, Şabaniye, Emînpaşa, Yenimahalle, Eskî û Yeni Camii, Çîçekli, Kurubaşê bi rê ve dibirin şevê din li taxa Şehîd Firat berdewam kir.

Der barê xebatan de endama Meclîsa Piştevaniya Gel Meryem Tuncel agahî dan û diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya tevahî gelê kurd û Rojhilata Navîn e û anî ziman ku bi vê şeklê nêzî kampanyayê dibin. Tuncel bilêv kir ku heya Ocalan azad nebe wê aştiyek mayînde çênebe.

Tuncel da zanîn ku kampanya ji bo alîkarî û piştevaniya Kobanê jî bi mal bi mal alîkarî tê kom kirin û bilêv kir ku ji bo avabûna Kobanê wê gelê Kurd destê xwe bide hev û ji nû ve Kobanê ava bike.