Li Amedê û Edeneyê serdegirtinên malan

Li Amedê û Edeneyê serdegirtinên malan

Polîsên Tirk li navçeya Erxeniya Amedê serê sibê bi ser gelek malan de girt û li gel Alîkara Şaredarê Erxeniyê Bîrsen Azak 5 kes hatin binçavkirin.

Di encama serdegirtinên li navçeya Erxeniyê de Alîkara Şaredarê Erxeniyê Bîrsen Azad, Zeynep Demîr, Sara Varoglû, Mehmet Demîralp, û Semîh Ulubey hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûrieyta Emniyeta navçeyê.

Li Edeneyê jî di encama serdegirtinên vê sibê pêk hatin de gelek kes hatin binçavkirin. Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê BDP’ya bajarê Hazim Yalçin, Vedat Bagiş û Îmam Ozer.