Li Amedê tûrnûvaya Birê
Li Amedê tûrnûvaya Birê
Li Amedê tûrnûvaya Birê
Muduriyeta Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tûrnûvaya spora kevnare ya Kurd Birê lidar xist.
Tûrnûva li Tesîsên Sporê yên Amed Şilbe îsal cara sêyemîn hat lidarxistin û yek ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Ûrmiyê 14 tîm tevlî pêşbaziyê bûn.
Fîzyolîst Raman Bidil ku ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî tûrnûvayê bû û li ser sporê lîsansa bilind çê kiriye anî ziman ku ev organîzasyon xwedî girîngiyeke neteweyî ye û got, "Her netewe xwedî sporên xweser in. Lîstikên Kurdan ên bi navê Birê, Heft, Kevir, Gogê û Hesp Siwarî tên zanîn. Lê belê bi modernîteyê re ev lîstik bi tinebûnê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê lidarketina tûrnûvayek ji bo lîstika Birê cihê kêfxweşiyê ye. Divê ev hesasiyet ji bo lîstikên me yên din jî were nîşandan, spoerên me yên bi tinebûnê re rû bi rû ne, ji nû ve werin zindîkirin."
Bidil bal kişand ser kombûna Kurdan li gel hev û got, "Hatina gel hev a Kurdan bi tenê bi sporê nabe. Em li ser sporê xebatê dimeşînin, bêguman divê rê û rêbazên cuda yên lihevkombûnê werin dîtin. Divê lingên vê yên çand, huner, sosyo-polîtîk neyên ji bîrkirin. Divê her kes ji aliyê xwe ve bixebitin."
Bidil ji ber vê organîzasyonê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Ji ber dîroka nivîskî ya Kurdan nîne, bi rêya kevneşopiyên devkî ev lîstik heta roja îro hatiye. divê mîna Birê hemû sporên xwe yên din, em wan bidin jiyîn. Ji bo lîstik ji nifşên nû re werin ragihandin pêwîste xebateke akademîk bê meşandin û hewceye em der barê hemû lîstikên xwe û Birê pirtûkê amade bikin."
Balkêş bû ku pêşkêşvan û xebatkarên Xizmeta Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di tûrnûvayê de kincên gelêrî li xwe kiribûn. Dîsa tîmên ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatin Amedê, bi govenda herêma xwe reng dan tûrnûvayê.
BIRÊ PAŞEROJ Û PÊŞEROJÊ DIGIHÎNE HEV
Ji tîma Bismil Bahoz a di Tûrnûvaya 3. a Birê de têkoşiya Keyaksor Ateş anî ziman ku ew bi çavê pêşbirkê li tûrnûvayê nanêrin û diyar kir ku spor ji bo wan aştî, piştevanî û kombûna li gel hev e û got, "Birê çadn e, dîrok e, mezopotamya ye, yekbûna paşeroj û pêşerojê ye, mejî-bîra gelekî ye."
Di fînalê de ekîbên Hezro û Wanê hatin pêşberî hev. Di pêşbaziya fînalê ya xwedî têkoşîneke xurt de, Hezro bû yekemîn, Wan bû duyemîn û tîma ji Qoserê jî bû sêyemîn.
DIVÊ EM SÎNORAN DI NÊRÎNA XWE DE RAKIN
Ji beşdarên tûrnûvayê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Ferşît Bakirî da xuyakirin ku ew yekemcar e tê Amedê, gelekî bi heyecan e û got, "Ev der dilê Kurdistanê ye. Ji ber ku li vê derê me gelekî kêfxweş im. Mixabin sînoran em ji hev qut kirin lê divê em Kurd sînoran di mejî û nêrîna xwe de ji holê rakin. Divê aktîvîteyên Birê û yên mîna wê zêde bibin, ku Kurdên li çar perçeyan karibin hîn bêtir xwe bigihînin hev."
Bakirî ragihand ku divê spor ji mejiyê modernîteya kapîtalîst were rizgarkirin û got, "Divê em ji bîr nekin ku spor xwedî wezîfeyeke yekbûyînê ye. Pêwîste em bi çavê hêzên desthilatdar li sporê nenêrin, mîna cewhera wê bi nêzîkatiyeke piştevanî û biratiyê nêz bibin û bi organîzasyonên wiha re vê felsefeyê derxînin pêş."
Di dawiya tûrnûvayê de tîmên di rêzê yekemîn, duyemîn û sêyemîn de cih girtin kûbayên xwe ji destê serokê Belediyespor Kulup a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Parêzer Metîn Kilavûz wergirtin. Her wiha ji hemû tîmên beşdarî organîzasyonê bûn re plaket hat dayîn.
Sportvanên ku di vekirina tûrnûvayê de ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin, di bidawîbûna tûrnûvayê de jî dirûşmên "Bijî Serok Apo" qîriyan û pêşbaziya xwe qedandin.