Li Amedê Tûrnûvaya 3. ya Tenîsê destpê kir
Li Amedê Tûrnûvaya 3. ya Tenîsê destpê kir
Li Amedê Tûrnûvaya 3. ya Tenîsê destpê kir
Yekîneyên sporê yên ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi tûrnûvaya Tenîsê ya 3. kir.
Tûrnûvaya ku duh destpê kir dê heta 6’ê Cotmehê de dewam bike û 32 jê jin bi giştî 138 sportvan dê ji bo serketinê li ber xwe didin.
Tûrnûva ji aliyê Serokê Kuluba Mezin ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amadê parêzer Metîn Kilavuz û Serokê Daîreya Xizmetên Sosyal Semra Kiratli ve hate vekirin.
Di tûrnûvaya ku îsal cara 3. tê li darxistin de, hemû pêşkêşî, axaftin dê bi Kurdî û Tirkî bên kirin. Her wiha wê ji herêmên weke Êlih, Mêrdîn, Wan, Sêrt û navçeyên derdor sportvan beşdar bibin.