Li Amedê polîsan êrîşî meşê kir

Li Amedê polîsan êrîşî meşê kir

Polîsan êrîşî meşa di pêşengiya DOKH'ê ya ku bi armanca balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ya bêdem û dorveneger kir dane destpê kirin, kir. Bûyer didomin.

Li Amedê DOKH'ê xwest ku bi armanca balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên û mafên gelê Kurd bên qebûlkirin meşekê li dar bixin. Lê polîsa êrîşî meşa ji bo azadiya Ocalan kir.

Girseya di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan û Emîne Ayna jî heyî ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Rezan hatin cem hev û xwestin ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve dest bi meşê bikin, lê polîsan meş asteng kir. Li ser vê yekê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk li Kolana Sento ya Rezan dest bi çalakiya rûniştinê kir û polîsan xwest ku Tûglûk rabikin. Piştî Tûglûk ji erdê ranebû polîsan spreya gazê avêt çavên wê.

Piştre di navbera girse û polîsan de peçvûnê destpê kir. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Bûyer didomin.

Li aliyê din girseya di nav de Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy, Emdama Meclîsa BDP'ê Meral Daniş Beştaş û Feleknas Uca jî heyî li Kolana Barişê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Girseya ji aliyê polîsan ve hatî dorpêçkirin slogana "Zext me bêzar nakin" qêriyan.

Girseyê helwesat polîsan bi çekip û tîlîliyan şermezar kir. Hemû kolanên diçin girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û ji ber bombeyên gazê hinek jin li ser hişên xwe çûn. Pevçûnên bi êrîşkirina polîsan destpê kirin, li kolanan hêj berdewam dikin. Girseya di nav de parlementer û şaredar jî hene di bin dorpêça polîsan de ne sekna xwe berdewam dikin.

Komeke din ya li Kolana Emekê dixwazin bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin û sloganên ""Bijî Serok Apo", "Girtî rûmeta me ne" û "Berxwedana girtiyan berxwedana me ye" bilind dikin. Polîsa anonsên dê mudaxeleyê bikin, dike.

Li aliyê din 3 helîkopter jî li ser kolana Emek û Barişê digerin. Bûyer didomin.