Li Amedê polîsan êrîşê cenazeyên gerîlayan kirin

Li Amedê polîsan êrîşê cenazeyên gerîlayan kirin

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê merasîma cenazeyên gerîlayên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ên ku di 22'iyê mijdarê de li bejahiya navçeya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan û 3 roj in destûrê nadin bispêrin, kir. Piştî êrîşa polîsan, girseyê carek din hate li hev kom bû û di nava mija û dûmana gaze de dest bi spartina cenazeyan kir.

Bi hezaran kes ji bo cenazeyên gerîlayên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ên ku di 22'yê mijdarê de li bejahiya navçeya Dara Henê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dan û 3 roj in destûrê nedihate dayîn bên bispêrin, dispêrin axê li Goristana Yenîkoyê hatin cem hev.

Li dora Goristana Yenîkoyê bi gelek wesayîtên zirxî û polîsên derveyî bajar anîn tedbîr hatin girtin. Girseya li ber goristanê kombûyî sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qêriyan. Piştî wecîbeyên olî cenazeyên gerîlayan bi alên PKK'ê hatin pêçandin hatin wergirtin û girseyê dest bi meşê kir.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid bi tund êrîş li meşê kir. Girseyê ji bi keviran bersiva mudaxeleya polîsan da. Ji ber bombeyên gazê zêde hatin bikaranîn goristan di nava mijê de ma.

POLÎSA BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN MIZGEFTÊ

Ji ber bombeyên gazê gelek welatî çûn mizgeftê û polîsan bombeyên gazê avêtin mizgeftê. Ji ber bombeyên gazê gelek kes ji ser hişên xwe çûn. Bi ambulansan welatî rakirin nexweşxaneyê û rageşiya li goristanê berdewam dike.

Piştî êrîşê girseyê careke din hate cem hev û cenazeyên Ceylan û Gersiyor hilgirtin û birin Goristana Yenîkoyê. Li goristanê karên spartina axê bi sloganan hatin destpêkirin.

DI NAVA MIJÊ DE DISPÊRIN AXÊ

Her çendî Kurdistanî di nava mija bombeyên gazê de man xwedî li cenazeyan derketin û karên definê dan destpêkirin. Ligel karên veşartê rageşî û pevçûn jî berdewam dikin.