Li Amedê navenda sporê hat vekirin
Li Amedê navenda sporê hat vekirin
Li Amedê navenda sporê hat vekirin
Navenda Sporê ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hat çêkirin, duh bi merasîmekê hat vekirin.
Navenda Sporê ya Amedê, ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li ser 17 donim erdî dest di Nîsana 2012'an de dest bi çêkirina wê hat kirin, bi dawî bû.
Merasîma vekirinê, tevî Cîgirê Şaredar Mahmût Dag, Parlamenterên BDP'ê yên Amedê Nûrsel Aydogan, Altan Tan, Hevserokê BDP'ê yê Amedê Emîn Yilmaz, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Peyasê Davût Kesen, Alîkara Şaredara Baglarê Sema Koç, Serokê TUFAD'ê Samet Karakoç, nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl bi hezaran welatiyan pêk hat. Di merasîmê de peyama Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn ê li girtîgehê ye, hat xwendin.
Navenda sporê him bi cihê girtî û him bi cihê vekirî, li hûndir ji 300 kesan re salona spora pir armancî, 2 qadên sporê yên bi xalî, qadeke îdmanê, qada basketbolê, qada voleybolê, tenis, kafeterya, fîtnes û parkura bezê ve pêk tê. Bi vê re ji bo sporvanan 49 cih hatiye amadekirin. Û ji bo sporvan û sporhez karên xwe bi pisporî bike dê di bin çavdêriya pisporên sporê bixebitin.
Merasîma vekirinê bi konsera Rojda û Suavî bi dawî bû.