Li navçeya Sûr ya Amedê li dijî Qereqola Çarşi û otomobîlî polîsan ya dewriye digeriya hemwext êrîşa çekdarî pêk hat.
Li navçeya Sûr ya Amedê şeva din di demjimêr 23.30’an de li li dijî Qereqola Çarşi û wesayîta polîsan ya li ber Qeymeqamtiya Sûrê dewriyê di geriya hemwext êrîşa çekdarî pêkhat. Di êrîşê de pevçûn û windahiya can çênebû, gelek polîs û tevgera tîmên taybet veguhestin cihê bûyerê. Piştî êrîşê operasyona ku bi piştgiriya hewayî destpêkir heya demjimêrên sibehê dom kir.