Li Amedê konferansa ji nû ve avakirina Kobanê tê lidarxistin

Roja 2-3’yê Gulanê wê li Amedê konferansa ji bo ji nû ve avakirin Kobanê bê lidarxisitin.

Roja 2-3’yê Gulanê wê têkildarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê li Amedê konferansek bê lidarxistin. Biryara konferansê di civîna çapemeniyê ya li ber avahiya hikûmetê ya Kantona Kobanê bi beşdariya Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli hate lidarxistin de hate dayin. Heyetek bi pêşengiya  Firat Anli ji Bakurê Kurdistanê di Deriyê Mûrşîtpinarê re derbasî Kobanê bû.

Gelek rojnamevan civîna çapemeniyê ya ku li ber avahiya hikûmeta Kantona Kobanê hate lidarxistin bûn. Gelek rojnamevanên biyanî jî tevlî daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji bo zimanê Îngilîzî jî hate wergerandin. Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim têkildarî êrîşên li hemberî kantonê û berxwedana Kobanê agahî da û piştre diyar kir ku di encama êrîşan de ji sedî 80'yê bajêr hilweşiyaye û ev yek jî şert û mercên jiyanê gelek zortir dike. Muslim da zanîn ku Hikûmeta Kantona Kobanê tevî Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB), partiyên siyasî yên Kurdistanî, sazî û dezgehên Kurdistanî biryar dane ku têkildarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê rojên 2-3’yê Gulanê li Amedê konferansekê li dar bixin.

Hate ragihandin ku konferansa ku dîroka wê ji aliyê Muslim ve hate aşkerakirin wê bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Nojdarên Amedê, Kongreya Jinên Azad (KJA), Odeya Mîmarên Amedê yên TMMOB’ê, Baroya Amedê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bê lidarxistin.

‘ÎRO ROJA XWEDÎDERKETINA LI KOBANÊ YE’

Piştî axaftina Enwer Muslim Hevşaredarê Amedê Firat Anli  axivî û destpêkê diyar kir ku wî silavên gelê Amedê ji bo Kobanê aniye.

Anli rewşa Kobanê ya niha destnîşan kir ku û diyar kir ku ev dîmena Kobanê ji bo dîroka mirovahiyê gelekî girîng e. Anli da zanîn ku ew ji bo ji nû ve avakirina Kobanê  ya ku gelek berdêl ji bo azadiya xwe da amade ne û got ku her tiştên dikevin ser milê wan ew ê pêk bînin. Anli bi bîr xist ku Kobanê niha azad e, lê şert û mercên jinanê tune ye û got: “Roj roja xwedîderketina li Kobanê ye”. Anli banga xwedîderketina li Kobanê kir.

Anli diyar kir ku ji bo xwişk û biratiya Kobaniyan û Bakuriyan ev peywir û wezîfe dikeve ser milê wan û destnîşan kir ku çi Kurd, Tirk Ereb, ez vê bangê dikim: “Kobanê vê berxwedanê bi navê hemû mirovahiyê da. Bi navê hemû mirovahiyê van berdêl da.  Divê em jî xwedî li vê yekê derkevin. Konferansa ku em ê li dar bixin wê ji bo gotûbêjkirina ji nû ve avakirina Kobanê, çareserkirina vê xirbeyê û ji bo çareseriya van wê girîng be. Ev konferansa navneteweyî wê pêngavek girîng be."

Anli têkildarî armancên konferansê jî axivî û destnîşan kir ku li sê eniyên Kobanê şer û pevçûn berdewam dikin. Anli diyar kir ku tenê deriyê Mûrşîtpinar li aliyê Tirkiyeyê ye vekirî û diyar kir ku ew li bendê ne ku dewleta Tirk vê xirbeyê bibîne û di çarçoveya mafê mirovan de pêngavan biavêje. Anli got ku wê pêngavekî wiha feydeyê bide çareseriya pirsgirêka Kurd jî.