Li Amedê hezaran li ber Mizgefta Bayroglûyê kom bûn

Li Amedê hezaran li ber Mizgefta Bayroglûyê kom bûn

Li gel astengiyên polîsên Tirk bi hezaran kes tevlî merasima cenazeyên gerîlayên HPG'ê bûn. Bi hezaran kes li ber Mizgefta Bayramoglu li hev kom bûn û heta goristana Yenîkoyê meşiyan.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ên ku di 22'yê mijdarê de li navçeya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan 2 roj in polîs destûrê nadin bispêrin axê.

Ji bo cenazeyên gerîlayan meşek girseyî hate lidarxistin. Berî meşê polîsan Amed dorpêç kir. Merasîma cenazeyan a ku dê li Goristana Yenîkoyê pêk hatiba ji aliyê polîsan ve bi hinceta îxbara "propagandeya rêxistinê" û "provokasyonê" hate astengkirin û merasîm pêk nehatibû. Cenazeyên gerîlayan 2 roj in li morga Goristana Yenîkoyê tên ragirtin.

Îro bi armanca şermezarkirina helwestan polîsan bi hezaran kes li Mizgefta Bayramoglu kom bûn û heta Goristan Yenîkoyê dimeşin.

Li qada meşê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Li ber Mizgefta Bayramoglu TOMA, wesayîtên zirxî, hêzên “çevîk” û gelek polîsên sivîl lê hatin bicihkirin.

Ji bajarên derdorê re gelek polîs ji bo alîkariyê veguhestin Amedê û li gelek noqteyên bajar hatin bicihkirin.

Lê li gel hemû astengiyan bi hezaran welatiyên li mizgeftê kom bûn heta Goristana Yenîkoyê meşa xwe didomînin.