Hêzên Demokrasiyê û Kedê yên Amedê êrîşa li hemberî cenazeyên gêrîlayan pêk hatin şermezar kir û diyar kir ku, ew kesê ku êrîşî merasîma cenazeyan dikin tu eleqa wan bi Îslamiyet û olan re tune ye. Roja merasîma cenazeyan ku pêk dihat qada goristanê veguheriye wek odeyên gazê yên Naziyan ên Almanya yê.
Hêzên Demokrasiyê û Kedê yên Amedê li dijî êrîşa cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ku roja yekşemê bi awayekî hişk pêk hatibû û di encama êrîşan de gelek welatî birîndar bibûn û hatibûn binçavkirin, bertekên xwe anîn ziman. Nûneran mudaxeleya polîsan a hişk bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Daxuyanî li ber AZC Palazayê hate dayîn gelek rêveber û endamên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn. Polisan jî bi maşîneyên zirxî li cihê daxuyaniyê dorpêç kirin. Li ser navê Hêzên Demokrasiyê û Kedê yên Amedê berdevkê KESK'ê yê demê Saît Baran xwend. Baran diyar kir ku, gotinê AKP'ê yê "Demokrasiya pêşketî" xweş tê guha lê ev gotin xapandiya civakê ye û got her roja ku derbaz dibe pêkanînê li dijî mirovatiyê û faşîzane belav dibe.
'GORISTAN VEGUHERANDIBÛN ODEYÊN GAZÊ YÊ NAZIYAN'
Baran da zanîn ku, Kurd û hemû beşên civakê bi taybetî ji êrîş, binçavkirin û girtina para xwe digirin. Baran anî ziman ku, hefteya borî li Çewlikê di encama pevçûnê de ku 2 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn merasîma cenazeyê wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû dorpêç kirin. Baran ev tişt got: "Roja ewil di demjimêrên serê sibê de goristan Yenîkoyê ji aliyê polîsan ve hatiye dagirkirin. Li malbatan heqaret hatiye kirin û cenaze jî di nav de li her derî qul bi qul geriyane. 3 roj malbatan nikaribûye canezeyê xwe defin bike û hatiye astengkirin." Baran destnîşan kir ku, girseya ku roja 2’ê Kanûnê xwestiye cenazeyê xwe defin bike rastî êrîşê hatiye û wiha got: "Dema malbat û gelê Amedê xwestine dest bi meşa merasîma cenaze bikin, rastî êrîşa ava şid, bombeyên gazê û bi jopan hatiye. Bi dehan kes birîndar bûne. Bi rastî roja 2’ê Kanûnê goristana Yenîkoyê, veguheriye odeyên gazê yên Naziyan ê Almanya yê."
'ELEQEYA VAN KESA BI ÎSLAMIYET Û OLAN RE TUNE YE'
Baran destnîşan kir ku, niha tam dema hesab xwestinêye û wiha axivî: "Ev hêzên ku êrîşî cenazeyan dikin gelo tu eleqeya wan bi mirovatiyê re heye. Ev kesên ku di bin navê îslamiyetê de dengan distînin û van tiştên ku pêktînin ka gelo bi îslamiyetê re û bi kîjan olî re girêdana wan heye. Niha em ji vir pirs dikin, ka eleqeya wan kesê dibêje ji bo yê mirî kesê ne girî ne mirove ." Baran got ku, ew wek girseyên rêxistinên demokratîk van pêkanîna şermezar û lanet dikin û bang kir ku, apê Ceylan, Zeyat Ceylan û kesê din ku hatine binçavkirin demek beriya demekê bila bên berdan.
Kom piştî daxuyaniyê hemû bi hev re çûn ber edliya Amedê, ji bo kesê ku di binçavan de derxistine Edliyê.