Li Amedê erd û avahiyên gelemperiyê didin Cemeetê

Li Amedê erd û avahiyên gelemperiyê didin Cemeetê

Li Amedê piştî ku avahiyên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Rêxistina Sîxûrî ya Tirk (MÎT) ên bi bihayê bi milyonan TL ji aliyê Cemeeta Gulen ve hatin kirêkirin, erdê ku avahî û lojmanên Midûriyeta Rêyên Bejahî ya Herêma 9’emîn di nav de ye û 30 donum e, ji aliyê Wezareta Karên Diyadetê ve hate kirêkirin. Weqfa Belavkirina Ilmê ji bo 49 salan avahiya berê ya MÎT’ê kirê girt û ji bo vê derê vebiguherîne wargehên xwendekarên keç û xort, dest bi tadîlatê kir. Avahiyên DSÎ û Rêyên Bejahî ya Herêma 9’emîn jî li benda karûbarên burokrasiyê ne.

Piştî hukûmeta AKP’ê hat der desthilatiyê û vir ve, avahî û erdên gelemperiyê yên li bajarên Bakûrê Kurdistanê pêşkêşê cemeetan kir. Avahî û erdên gelemperiyê yên li semtên giranbiha, bi bihayeke erzan ji bo Cemeet û alîgirên AKP’ê kirê didin.

Destpêkê kompleksa bi bihayê bi milyonan a Midûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ ya li Amedê û ji bo Mêrdîn û Sêrtê xizmetê dide, ku li navçeya navendî ya Yenîşehîra Amedê ye, ji aliyê Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Îpek a nêzî Cemeta Gulen e ve bi 400 TL’yan hate kirêkirin. Ji bo kompleksa DSÎ ya li Yenîşehîrê hevdîtinên bi Emlaka Milî re berdewam dikin. Piştî ji aliyê hukûmetê ve hate erêkirin, avahiyên mêvanxane, lojman û avahiyên îdareyê yên kompleksa DSÎ’yê dê ji bo Weqfa Îpekê “xizmetê” bidin.

Midûriyeta 10emîn ya DSÎ ku ji sala 1954 ve xizmetê dide, avahiya bir ser rêya Amed-Erxeniyê û piştî ji vir bar kir, avahiya xwe bi 400 TL kirê da Weqfa Çand û Perwerde ya Îpek a navenda wê li Dîlokê ye û girêdayî Cemeeta Gulen e.

AVAHIYA MÎT'Ê JI 49 SALAN KIRÊ DAN WEQFA BELAVKIRINA ILMÊ

Weqfa Belavkirina Ilmê ji bo 49 salan avahiya berê ya MÎT’ê kirê girt û ji bo vê derê vebiguherîne wargehên xwendekarên keç û xort, dest bi tadîlatê kir. Avahiyên DSÎ û Rêyên Bejahî ya Herêma 9’emîn jî li benda karûbarên burokrasiyê ne.

MIDÛRIYETA RÊYÊN BEJAHÎ DAN DIYANETÊ...

Piştî ku avahî û zeviyên DSÎ û MÎT’ê bi bedelek erzan dan weqfên Cemeetê, avahiya MidûriyetaHerêma 9’emîn a ku Rêyên Bejahî yak u ji 1950 ve li herêmê xizmetê dike ji bo Wezareta Karên Diyanetê ya Tirk hate kirêkirin.

Wezareta Karên Diyanetê avahiya Midûriyeta 9’emîn Herêma Rêyên Bejahî yak u gera avjeniyê (melevanî), qada fûtbolê, lojman û avahiyên îdareyî têde hene, mehane bi 400 TL kirê girt.