Li Amedê di vegera ji serdana sersaxiyê de qeza: 2 mirî, 8 birîndar

Li navçeya Amed Farqînê, ji ber qezayeke trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes birîndar bûn.

Li navçeya Amed Farqînê, ji ber qezayeke trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, mînîbusek li ser rêya bejahî ya Farqîn-Êlihê wergeriya şerampolê.

Di qezayê de Besra Fîdan a di wesayîtê de bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Halîme, Nazmî, Felemez û Yûsûf Yildiz, Yildiz, Suleyman, Mehmet Hadî, Sıtkı Fîdan û Bûrhan Yavûz ên birîndar bûn ji aliyê ekîbên Servîsa Lezgîn ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî mudaxleya li vê derê ji birîndarên sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin Halîme Yildiz di rê de jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku welatiyên di mînîbusê de bûn ji serdana sersaxiyê vedigeriyan gundê xwe.