Cenazeyên gêrîla Mizgîn Atabay, Omer Zaman û Muhbet Karaer yên li deverên cûda û demên cûda jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Malbat dê sibê cenazeyan bi girseyî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê defin bikin.
Di 16'ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketibû û di vî şerî de ji 5 gêrîlayên HPG'ê Muhbet Karaer (Vejîn Êlih), Cezmî Altinbaş (Botan Erdal) jiyana xwe ji dest dabûn. Di 1'ê Kanûnê de li Xerpêtê di encama pevçûnê de gêrîla Mizgîn Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman (Kurtay Amed) jiyana xwe ji dest dabûn. Di 14 Cotmehê de jî li Geliyê Zapê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de gêrîla Mahmut Kiraç (Azad) jiyana xwe ji dest dabû, malbatan wan serê sibê çûn Meletiyê û cenazeyên wan wergirtin.
Piştî ku malbatan serî li dozgeriyê dan teşhîsa zarokên xwe kirin û cenazeyên xwe ber bi bajarên xwe ve derxistin rê. Cenazeyên gêrîla Mizgîn Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman jî li Amedê li tesîsên Dogu Petrolê bi girseyî hatin pêşwazîkirin û bi karwanek mezin anîn Morga Goristana Yenikoyê. Cenazeyên gêrîla Atabay û Zaman ji aliyê rêveberên MEYA-DER Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, rêveberên BDP'ê jî di nav de bi sedan kesan bi siloganên "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Girseyê bi karwanek mezin anîn goristana Yenîkoyê. Cenaze dê sibê di demjimêr 11.00'an de bi girseyî bê definkirin.
Di 16'ê mijdarê de gêrîlayên HPG'ê Muhbet Karaer (Vejîn Êlih) jiyana xwe ji dest dabû û li navçeya Bîsmîlê ya Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, rêveberên BDP'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Di peşwazîkirinê de girseyê bê navber sloganên "Şehîd Namirin" pêşwazîkirin. Cenazeyê gêrîla Karaer dê li Êlihê bê pêşwazî kirin û bibin Mizgefta Lîce ya taxa Petolkentê. Cenaze sibê piştî nimêja înê li goristana Girê Savaro bê definkirin.