Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê li Amedê li dijî qereqola Angul û girên wê yên ewlekariyê pêk anîn de 41 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakiya gerîlayan a 2’yê mijdarê li Amedê pêk hat de daxuyaniyek da û got; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn de ji aliyê gerîlayên me ve li navçeya Lîceya Amedê çalakiyek berfireh hatiye lidarxistin.”
HPG-NÇR’ê ev agahî da; “Di 2’ê Mijdarê de di saet 16.00’an de li navçeya Amedê li dijî Qereqola Angûl û girê ewlekariya girê qereqolê digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Gerîlayên me ji 4 baskan ketine girê ewlekariyê di nava 45 xulekan de gir xitine û 26 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Li vî girê herweha 2 çekên G3, 6 cercorên vê çekê û nasnameyeke leşkeran hatiye desteserkirin.”
HPG-NÇR’ê da zanîn ku gerîlayan avahiya qereqolê dane ber gulleyan û hemû çeperên wê bi awayeke bi bandor hatine lêdan û got: “Gerîlayên me yê avahiya qereqolê jî daye ber guleyan, hemû çeperên wê û avahiya wê bi awayeke bandor hatiye lêdan. Li dijî karwaneke leşkerî ya ji bo mudaxeleya qereqolê dihatin ji aliyê gerîlayên xistine kemînê, wesayiteke kîrpiyê l gel 15 leşkerên tê de hatiye rûxandin. Karwana leşkerî ya naçar maye paş de vekişe, pişt re jî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî derdora qereqolê hatiye bombekirin, bi wesayitên zirxî jî bê ser û ber hatiye gulebarankirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku di encama vê çalakiyê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Nasnameya her du gerîlayan wiha ye:
-Mahmût Mîntaş, bi nasnavê Egîd Amed, li Pasûra Amedê ji dayik bûye.
-Yusuf Bulbul, bi nasnavê Rohat Riha, li Rihayê ji dayik bûye.