Li Amedê çalakiya gerîlayan: Leşkerek mir, 6 birîndar

Li Amedê çalakiya gerîlayan: Leşkerek mir, 6 birîndar

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Licê ya Amedê avêtin ser qereqola Dûrû ya ku 15 km navenda navçeyê dûr e. Di encamê de herî kêm leşkerek mir û 6 leşker birîndar bûn.

Di saetên danê êvarê de gerîlayên HPG’ê li navçeya Licê ya Amedê avêtin ser qereqola Dûrû ya ku 15 km navenda navçeyê dûr e. Waliyê Amedê Mustafa Toprak bi daxuyaniyekê da diyarkirin ku di encama êrîşê de leşkerek mir û 6 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bûn şandin nexweşxaneyên Amedê.

Hate diyarkirin ku piştî serdegirtinê pevçûn dest pê kir û berdewam dike. Li herêmê operasyon hate destpêkirin.