42 zarokên ku li Mala Zarokan ya Yenîşehîra Amedê diman, bi zorê xistin “Malên Heskirinê” yên di bin kontrola Walîtiyê de hatine avakirin û cezakirin. Di rojên pêş de dê 45 zarokên din jî li malên navborî bên bicih kirin. Zarokên rastî tundiya polîsan hatine, hatin binçavkirin yan jî girtin bi vî awayî ji girtîgehekê surgunî girtîgehek din dikin.
Zarokên Kurdan ku her tim tên binçavkirin, girtin û rastî tundiya polîsan tên vêcarê dê bi zorê bişînin malên girêdayî Fethullah Gulen û ceza bikin.
42 zarokên ku li Mala Zarokan ya Yenîşehîrê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê dimînin, li ‘Malên Heskirinê’ yên bibiryara Walîtiyê hatine avakirin û tê gotin girêdayî Cemaeta Gulenin bicih kirin.
Di 4 salên dawî de li Amedê bi navê “Malên Heskirinê” 8 malan hatin vekirin, ji bo vekirina mala 9’mîn jî li benda bidawîbûna karûbarên burokratîkin.
42 zarokên ku li “Malên Heskirinê” yên li navenda bajar hatine avakirin û hêjan nediyare kontrola wê çawa tê kirin, bicih kirin. Hate hînbûn ku zarok li odeyên du kesî yan jî sê kesî têne bicih kirin. Her wiha hate hînbûn ku, Mala Zaroka ya Yenîşehîrê dê dirojên pêş me de vale bikin û dê weke Midûriyeta Bajar ya Polîtîkayên Malbat û Civakî xizmetê bike.
Li gel 42 zarokên ku beriya vê li “Malên Heskirinê” hatine bicih kirin, bi valekirina Mala Zarokan re dê 45 zarokên din li derve bimînin, hate ragihandin ku dê wan zarokan jî li “Malên Heskirinê” yên nû vebin bicih bikin.
MALÊN ZAROKANIN YAN GIRTÎGEHÊN ZAROKAN?
Bi salane ku li bajarên Kurdan saziyên cemaeta Gulen weke navendên “asîmîlasyonê” bikartînin, vê carê bidestê dewletê ku bi fermî nav lê nehatiye girtin vegerandin “girtîgehên zarokan.” Di serî de li bajarên Kurdan, li gelek deverên Tirkiyeyê saziyên cemaetê di şertên ne zelal de û bi xweşbêjî girtiya rayedaran faliyetan birêve dibin.
Cemaeta Gulen ku li bajarên Kurdan weke ocaxên asîmîlasyonê rastî bertekên hişk tê, êdî ne sireke ku bi awayek berfirek ketiye nava leşker, polîs, daraza û mekanîzmayên dewletê de. Li Tirkiyeyê weke hikumeta sihê gelek caran dibe mijara rexneyê.
Weke yek ji hêzên li pişt pêla girtinê ya ji sala 2009’an ve di bin navê KCK’ê de li ser Kurdan tê kirin jî tê dîtin. Dibistanên Gulen ku di hundir de rastî ti kontrola nayên, li dervey Tirkiyeyê ji bo rejima Tirk û Tirkîtiyê qadekî berfireh di afirîne.
Faliyetên bişik yên Cemaeta Gulen li gelek welatan di bin çavdêriyê te dên girtin. Rûsyayê gelek dibistanên girêdayî vê terîqatê girtin, gelek caran operasyon pêkanîn. Hate ragihandin ku, di mehên borî de Turkmenîstanê dest bi girtina hemû dibistanên amadeyî yên girêdayî Fethullah Gulen kirine. Li Ozbekîstanê ku faliyetên Cemaetê qedexene, di sala 2011’an de 54 karsazên Tirk ji ber sedema sextekarî û gendeliyê binçavkirin. Her wiha hate îdîakirin ku, li Asya Navîn dibistanên cemaetê role baxçeyê pişt yê CIA’ê dileyîze.