Li Amedê 6 kes hatin girtin

Li Amedê piştî ku komên kontra yên bi çek, provokasyon pêk anîn, polîsan bi ser gelek malan de girt, di encama serdegirtina malan de 19 kes hatin binçavkirin, ji 19 kesan 5 kes serbest hatin berdan û 6 kes jî hatin girtin.

Li Amedê piştî ku komên kontra yên bi çek, provokasyon pêk anîn, polîsan bi ser gelek malan de girt, di encama serdegirtina malan de 19 kes hatin binçavkirin, ji 19 kesan 5 kes serbest hatin berdan û 6 kes jî hatin girtin. Her wiha 8 kesên ku di nav wan de endamê Desteya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad Ozan Kiliç jî heye bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.

Li Navçeya Yenîşehîr a Amedê piştî ku komên kontra yên bi çek provokasyonan pêk anîn, polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî ku 3 rojan di bin çavan de man, îro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Ji 19 kesên ku hatin binçavkirin li dozgeriyê 8 kes karên wan ên edliyeyê bi dawî bûn, welatiyê bi navê Hêvîdar Dîken jî ji aliyê dozgeriyê ve serbest hat berdan. 7 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, Diyadîn Gumuş, Serkan Dîken, Bîlal Fîlîz Mehmet Fîdan, Îshak Akkuş û Merge Polat bi îdîaya  "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û Ozan Turkkekul jî serbest hat berdan.

Her wiha endamê Desteya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad Ozan Kiliç, Suleyman Aktîz, Yusuf Akgun, Şaban Kestanli Bulent ASlan, Mehmet Tekîn, Abdulhaluk Baltaş û Adnan Bayram jî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.