Ji 6 kesên ku 2 roj berê di serdegirtina malan ya li navçeya Sûra Amedê hatibûn binçavkirin, 5 jê hatin girtin.
Li navçeya Sûr ya Amedê 18’ê Mijdarê polîsan di ser gelek malan de girtibû û 6 kes binçavkiribûn. 6 kesên ku duh derxistin dozgeriyê bi daxwaza girtinê şandin dadgeha nobedar. Kesên binavê Cafer Akdogan, Zinar Altan, Sedat û Ridvanê paşnavê wan nehate zanîn, her wiha kesekî navê wî jî nehate zanîn hatin girtin.
LI CIZÎRÊ KESEK HATE BINÇAVKIRIN
Hate hînbûn ku, şeva din gelek polîsan di ser malên taxa Nûr ya navçeya Cizîr ya Şirnexê de girtin û ciwanê bi navê Bûrhan Bûrdogan yê 18 salî binçavkirin. Bûrdoganê hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Cizîrê, her wiha sedemê binçavkirinê nehate zanîn.