Waliyê Amedê Mûstefa Toprak derbarê girtiyên dawî li çalakiya birçîbûnê aniyîn û tên dermankirin daxuyanî da û got, heya niha dermankirina 49 girtiyan didome.
Walî Mûstefa Toprak derbarê girtiyên dawî li çalakiya birçîbûnê anîn û rakirine nexweşxaneyê daxuyaniyek da rojnamevana û got, hêjan ji Girtîgehên Tîpa E û D yên Amedê 12 jê jin bi giştî 49 girtî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê tên dermankirin.
Walî Toprak destnîşan kir ku, yek ji girtiyên tên dermankirin veguhestina Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê û wiha axivî: “Rewşa girtî û hikumxwariyên tên dermankirin başin. Ji ber ku demek dirêj birçî mane hêza laşê wan ketiye. Dermankirina wan berdewam dike.”