Ji kesên ku di encama êrîşa polîsan a li hemberî daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi boneya piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê pêk hat de hatin binçavkirin 26 kes hatin girtin.
30’yê mijdarê, BDP’ê xwest bi armanca piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê mitîntek li dar bixe, ji ber êrîşên polîsan pevçûn qewimîn û di encamê de gelek kes hatin binçavkirin. Ji 26 kes bi hinceta “tevlî xwepêşandana bê destûr bûne” û “pesnê suc û sucdar dane” hatin girtin.